ke daẍî na beser diłma witî ca xwênî qey naka

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  557 Dîtin
ke daẍî na beser diłma witî ca xwênî qey naka
demî mînayî mey gîra le baxełda bê qey naka
le afaqî sexada ḧatemî tayî eger bifřê
be sałê menzîlî satêkî saqî ême tey naka
leser pencet ’ebes gewher eda mewcî xwênî dił
le dem ta xoy neda bimrî le lêwî camî mey naka
be awî tîre baranî teqîwe çeşmeyî çawim
îtir keştî emel ḧacet be seylî lêłî dey naka
legeł ew qamete şîrîne ’er’er boye kem ’umre
legeł kullî hewayêka temayul mîslî ney naka
le seḧnî meykede ger bangî mestî sofî yê bibyey
le goşey tekyeda ’eqłî bibê qet bangî ḧey naka
du’ay nîweşew û nałey seḧerga nebwe te’sîrî
be umêdî wîsałî to emane ḧemdîNasnava edebî key naka