xozge bew řoje le dergaket be şeq dił derkira

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  1303 Dîtin
xozge bew řoje le dergaket be şeq dił derkira
fezłî erbabî ḧemîyet bo beser xełqa dira
sed keřet ger derkirawim lazme her bêmewe
ta desûtê her debê perwane bête ber çira
mes’eley şamî fîraqim lê mepirsin tu xuda
mencenîqê bû le dinyada ke bo min daxra
ḧałî ’aşiq nîk û bed tabî’ be meylî dilbere
tepłî bed nawî le ’alemda be ême lê dira
wek miḧek sengî felaket tecrebey ’alem deka
kełkî bo kes nebuwe bab û qewm û ewlad û bira
’eqil û cahim da be şêt û ḧałetî awareyî
ca’îze şer’en le wextî cînneta bey’ û şîra
kuştinî ehlî muḧîbbet wek cilûsî şahîye
em çiraxane le gerdûn bo min emşew hełkira
řehberî însanî bedbext da’îma her řehzene
bo xeberdarî dizane dengî zengî min ziřa
her wekû em şî’re řengîne sewadî sefḧeye
bo mutałay ḧemdîNasnava edebî ye zilifit leser řûmet nira