bo xet û xałî milî şîrîn ke wek kew řêjra
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
716 Dîtin
bo xet û xałî milî şîrîn ke wek kew řêjra
her ezel xwênî diłî ferhad û xusrew řêjra
bo beyek çił nêrgisî seḧrayî ulfet qeysî şêt
bew kilî naze ke çawî mestî leyla řêjra
menzerey gułzare wek min kułxenîş bê meskenî
ew gułe ’eksî le çawî her kesêka nêjra
erzî eqdes ger le dinyada bibê meyxaneye
qudsîye wek xom ewaney lew meqame nêjra
ger be nîsbet kirdewe bidrê cezay xwênî řeqîb
min dexom û her be xwêy çêştî dezanim çêjra
înqîrazî mudde’î řendan nîşaney harîye
tozî xołî mirduwe ḧeqqî beserya bêjra
guł le bergî sewzî xwîda nazk û şîrîntire
boye fikirî nazkî ḧemdîNasnava edebî be kurdî bêjra