nawim nema le mora her ma le dem řeqîba
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1040 Dîtin
nawim nema le mora her ma le dem řeqîba
dem seg nekewtuwe kes çibkem legeł nesîba
î’lane řeng û boy yar kirdûye ’aşiqî zar
gułben be bê çiro û guł dyare be ’endelîba
hergîz xuda nebînim da’îm xuda bibînim
ulfet legeł řeqîba, kulfet legeł ḧebîba
min ’aşiqî huma bûm wa bûme hemdemî bûm
zemane nanecîbî dana le cê necîba
ta to dekey diroyê sed tîrî řastit bo dê
her yek be sed zererte sewda legeł edîba
kirdûye zuhd û teqwa, zahîd be nan û ḧelwa
em dewre emřo exwa legeł ehlî selîba
emřo nîgar ełên dê qyametê hełdesê
lem kunce to bwestî ḧemdîNasnava edebî legeł şekîba