to be çawî surmedar û zilfî muşkîn nafewe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  469 Dîtin
to be çawî surmedar û zilfî muşkîn nafewe
askekey dewrî xeta bûy kewtîye etrafewe
bem şewî hîcrane fermû ba çiraxanê bikeyn
min be şu’ley ahî germ û to be mînay safewe
to ke taqe ẍunçekey gułzarî ḧusnî řoḧekem
çît beser esbabî taqe û etłes û kîşbafewe
kifre bo çî ger bipirsî ḧałî xestey ’eşqî xot
ba biłên kirdûye carê řû belay însafewe
salîkî řêgey muḧîbbet ser le cêy pê dadenê
çî beser çolî ’îraq û ya be kêwî qafewe
ta qyamet ba berin barî giley ême selef
agirêkî wek ’eşqyan naye dił exlafewe
tê geyşit ḧemdîNasnava edebî ke bendey şêtîye dinya û dîn
řû îtir nakate zahîd çî beser eşrafewe