bo dîdenî canane ’eceb bûme seyyare

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  487 Dîtin
bo dîdenî canane ’eceb bûme seyyare
gahê be şemendefer û gahê be teyyare
saqî be fîdat bim qedeḧêkim biderê zû
her mestîye bîka ẍemî em fîrqete çare
peykanî mujet hênde birînî le diłim kird
her çende dekem nayete mîzanî jimare
dił mucrîmî ’eşqe bexuda ḧeqyetî dilber
bestûye be egrîcewe eyda le qenare
bo pence duř û le’lî ke pê lazme canan
hełřêje desa dîde sirişkit be ’eyyare
bazařî meyî û meykede bo çî deşkênî
bem mestîye, bem neş’eye, bem çawe xumare
bakî nîye ḧemdîNasnava edebî le demî xencer û şimşêr
ebrote ke debřî cigerî her be îşare