dek fîdat bim şahbazî xêłî xubanim were

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  546 Dîtin
dek fîdat bim şahbazî xêłî xubanim were
tuxuda řeḧimit bibê kebkî xeramanim were
perçemit lade leser řûmet be meḧzî îmtîḧan
def’î zułmet ba bibê ey mahî tabanim were
min le dûr hatûme dîden bo çî bê meylî dekey
kafrîş bim xoşe lay xwa çunke mîwanim were
řûmetî safit le peřřey guł gelê nazkitre
qed sinewber, dîde nêrgis, zilf řeyḧanim were
ba wekû min ’alemê şeydayî ḧusnî to bibê
dilberî mumtaz û şahî dîdemestanim were
min le te’ney dost û dujmin zeřřeyê bakim nîye
bimkuje emma be şertê nûrî îmanim were
ẍeyrî wesłî to le lay ḧemdîNasnava edebî nemawe arezû
takû mawim leḧzeyê asayşî canim were