le eḧwałî zemane giftugo nakem xerafate

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  613 Dîtin
le eḧwałî zemane giftugo nakem xerafate
hemû ’alem ke sermestî meye û dinya xerabate
ře’îsî bezmî ’uşret sofîyêkî wişkî bedxułqe
enîsî meclîsî xełwet eger lotî nebê late
xemîrey to bilûre çunke men’î maweřa naka
lejêr pêta bibê le’lê ełêy enguşterî pate
be nîsbet şewqewe lazim deka bo seyrî canane
le ’eynî dîde nabê wek beser herçî mesamate
xeyałî wesił ekem hecrî mu’ebbed dête ber çawim
netîcey wesił ger řastit ewê mergî mufacate
le ḧałî min xeber nada beto ’erze wekû řehber
nuşteyî ḧek debê baqił ewîş ferqî temaşate
be gwêy hemřazî to da aşna nabê fîẍanî min
le birsî qet epirsê ew kesey têrî te’amate
ecel firset bida bem ye’se ḧemdîNasnava edebî ’eynî umêde
ke zeḧmet řeḧmetî hênawe hîcret bo mulaqate