şêx ke polîsî dewê û ’eskerî sware û pyade

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 2 Xulek  362 Dîtin
şêx ke polîsî dewê û ’eskerî sware û pyade
bo hemû fîtne û şořş ke buwe amade
destî hełgirt le xuda û dînî ke kird azade
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
geh be kîbir û ’ezemet şaye gehê zîlil û feqîr
geh dełêy cukle geh sakînî bermał û ḧesîr
geh ḧukmirane gehê payî be zincîr û esîr
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
geh le tełqînî ’ewamaye wekû murşîdî pîr
geh dexwa xwênî cewanîş be ḧełałî wekû şîr
geh denûsê be qełem nuşte gehê kuşte be tîr
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
warî’î sîřřî dîwarî yetîme gahê
qarî’î ayetî qur’anî qedîme gahê
diłî her tunde bedem gerçî ḧelîme gahê
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
geh legeł herze û ubaşe xerîkî şeřeşeq
geh legeł cerde û diz meşqî tifeng û teqeteq
geh le zîkiraye legeł sufîy safî leqeleq
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
geh deka ’erzî teşebbus be musułman û turk
geh be îngilîzî eda mezbetey mîllet û mulk
geh be ser dostî û gah temennay be kelk
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
geh beser sewzî wekû serwe le ’alem serkeş
geh be çefye serî wek ẍunçe letîf û diłgeş
geh debête meḧek û gahê bezîwî piřẍeş
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
şew le keyfaye gehê řoje le seyran û şikar
geh le eşkewt û kun û qujbin û kêwane fîrar
geh le jêr barî ẍema gah leser ẍem buwe bar
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî
kes nebê ḧemdîNasnava edebî be umêdî ’etaya û kerem
ne qumandan û ne efrad û ne xuddam û ḧerem
xoy û ’alem ke deka sewqî xerabatî ’edem
ayn himh az pî anist kih zir mîxwahdFarsî