le ewweł dersewe min gwê le ḧerfî elf û bê degirim
pênc xiştekî leser şî’rî meḧwî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
3 Xulek
1704 Dîtin
le ewweł dersewe min gwê le ḧerfî elf û bê degirim
ebim fermûye destî dił be çakî bê witê degirim
bitî çake delîlim bê zelîlim destî pê degirim
«le şagirdanî kořî ’eşqim û cê her lewê degirim
ke min miştê çiłuçêwim beçî bim kełkî kê degirim»
be ẍeyrî zeřře goşe cîlweyî dawe be bextî kê
ewîş sergerdî yêke lem hemû erzey xuda bê cê
ẍubarî damene dermanî ser ya sendełî ber pê
«negeyye damenî destî du’a ca debme xakî řêy
terîqey goşegîrî berdedem emcare řê degirim»
newek bulbul le xendey ẍunçe hełsawim sibeynê zû
newek perwane agir berbuwe cergim le şem’î řû
ne sařêjî eka řêşî diłim wek şane ne tarî mû
«ke dadî ye’sî xomim birde la em ’arfe tund bû
witî axir sibeynê cejne xwênî to le pê degirim»
ke destim kirde mil mîna û noşîm xwênî lêwî cam
le ewcî mestîya kewtim îtir nemdîwe subiḧ û şam
mîsalî şaxî mercanî ke bigrê karebay nakam
«le řûsûrî ’îbadet lam û řûzerdî xecałet mam
be nawî sêwî nawim baẍewan û min behê degirim»
ke gułzarî cîhanî ’eşq kiraye em çiraxane
yekê řêy bulbulî girt û yekê ayînî perwane
usulî kîşwerî ’eşqe ema şertî newestane
«leserxoçûne şeydabûne quřpêwane sûtane
heta mirdin meḧebbet îşî zore řêzî lê degirim»
beserma pê denê lem erzeda bê řêm dełê ya şêx
ke destî kewte kar ’adetyetî cê pêm dełê ya şêx
dełêy nûre le fanosî diła bê cêm dełê ya şêx
«çi şoxe agirim tê berdedat û pêm dełê ya şêx
be xaşakî dewt şu’le ’esame destî pê degirim»
beyek ẍemze demarî cerg û diłmî encinî wird wird
berî best dîdekanim cwêbarî xwênî pêda bird
te’eccub mam řeqîb lem ḧałete bo çî le daxa mird
«ke sîney řêşmî bew tîẍî nazey encin encin kird
witî pejmurdeye em lalezare awî tê degirim»
temaşay řişteke ’eqiłit heye menwaře nermî şerim
hezar ser řeq esîrî penceyêkî taqe yek ser nerim
nebû ẍerqî ’ereq dujmin nîşanim da ke beḧrî şerim
«le padaşî qisey serda heme ah û henasey germ
kesê şêtane berdim tê girê min berqî tê degirim»
yekê mestî meyî kîbre yekê mexmûrî afate
yekê kemałî nuqsane yekê nuqsan kemałate
le hem bezmî weha ḧemdîNasnava edebî tereb new’î meḧalate
«şukir huşyare meḧwîNasnava edebî tê dega dinya xerabate
ke bedmestîy bika ehlî xirapey bo çî lê degirim»