kurdîne bêne şukirî ’etîyey zemanman

bo ḧemdî begî baban
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 5 Xulek  884 Dîtin
kurdîne bêne şukirî ’etîyey zemanman
kirdî be noberey jyanewe nawî jyanman
şewqêkî çend kesîfî hebû mahtabî kurd
her dařza be def’eyê řîzey ketanman
xoşe jyan le daxî ’edu çunke xa’îne
manî nemanmane, nemanî be manman
lazim eka musebbîbekey fexrî pêweka
kurd mirdibû be kurdî bifermûy jyanman
řebbî çi saḧîrê bû fisûnî le ême xwênd
bestûye nakirêtewe bo ḧeqî zimanman
ḧeqqî jyanî ême zeman dawîye beden
werne be tûle řişteyî best û beyanman
ulfet nebê xeyałî îta’et le kurd meken
me’lûme ser řeqîn û řequteqe mekanman
ahûyî beř be nîmenîgah seydî şêr eka
ger nazî ulfete eme minnet be gyanman
qeyser be řengî qeyserî dana bînayî zułim
lêrane axrî detepî wek tepanman
wek ney newa biłêyn le sebada biłên ḧîcaz
lem şoreda ke řaste seraser qewanman
sed tîrî mîslî dîcle bihawêjî gum debê
wek qetre bê le quřneyî beḧrî kewanman
şeş sed tîr û topî kîneweran wird û xaş ebin
lem şax û berdeda ke be ḧuccet xişanman
ewsa tecellî hat û yexey girtibûyn keçî
damane ber şeq û zile takû bezanman
hatotewe dexîle de dawênî ber meden
kes gwê nedate qewlî bedî nakesanman
em aw û erze ême hemane zer’ kirê
dewłet debê be kołkeş û şa be sepanman
em bêşeye be xałî mezanin zemanî bê
gwê bigre ca le ne’rey şêrî jyanman
ew pyawe gewreye ke le kurda buwe û heye
fexrî beşer buwe, ewe naw û nîşanman
eyîwbî řojê bû ke şu’a’î geyşte mîsir
bitlîs bedrê bû ke buwe sayebanman
eḧfadî êste mawe qyasî be kê heye
ew ’a’île ’ezîm û necîbey bebanman
cîsmî finûn û řoḧî huner meẍzî hîmmete
ḧemdî begî ke xasî îradetye şanman
’ebbasyan mîsalî benî erdelanî bûn
qacarîyan qiřane be saḧêbqiřanman
xaqanî ’esrî xoy bû kerîm xanî zendî řend
mîranekan muqabîlî qîsmî keyanman
kewkeb nîye be singî sipehra bernebêtewe
kun kun buwe demêke be nûkî senanman
êranîyan tecawzî babanyan ke kird
me’lûme xo le deştî merîwan qiřanman
eskenderî xeyałî cîhangîrî kewte ser
te’rîx dełê ke şaxî şîmala şikandiman
kurd wek meřêke gurgî lela kemtire le seg
nek her be řoj be şewan bê şwanman
cuz’î nîye be kullî hemû îxtyarî kurd
î’lan eken le destî ewaye ’înanman
kurd şukirî ew ’etaye çi wextê tewaw eken
êsteş ke piř le nan û nî’emyane xwanman
ta dîcle bo zyaretî xakî meqamî to
sîrwan û zabe murselî pak û řewanman
nêzîkî sałî şeşsede em kurde muttesîl
bo nî’metî ewane řuwa bê didanman
bişkênî xwa le zîkirî celîlî ke la biden
nûkî zimanî xame û ’eqdî benanman
her kes be denke coyî zeřî bê ewe kere
lutfî ewane gendume êsteş ke nanman
ya řebbî şe’nîyan wekû bû bûn bibê medam
sayey ewane tacî ser û necmî şanman
ba lêreda bimênê sena wextî metłebe
nebřê le gwêy zeman û mekan ta fîẍanman
ser boye metłebe ke le pênawya biçê
her bo nîsarî meqdemî ew mawe canman
te’lîmî muftî ẍîre eka qazî em çeme
bazî mîsalî bazîçeye bo kewanman
tu xwa birale ’eybe teẍaful îtir bese
tê bifkirin le bar û bibînin twanman
’alem şewanî kirduwete řojî řoşna
em řojî řoşnaye be nîwe şewanman
latî xełq le bitkede daye mîsalî bit
kewtûn le latya le suqaqa bitanman
xełqî cehenneme be beheştî eken be se’î
deykeyn be se’î ême be dozex, cînanman
her fîrqeyêkî kurde le dest ordûyî zelîl
lem erzeda ẍerîbe bebê mîhrebanman
leylêkî bê nehar û xezanêkî bê behar
nabêt û nebuwe kafîye leyl û neharman
çaw hełbiřn ḧîsabî zeman û mekan biken
de’wa biken ḧiqûqî serîḧ û ’eyanman
kurdê nebote dujminî kurdê be ’umrî min
emma bibûn be dujminî îqbalekanman
îzharî dostî be se’atê eka ke dost
ḧeyfe nenasrê le sirey dostanman
bedxiwahî qewm û xadîmî amalî xoye xełq
takey deken be qewlî bedî dujminanman
wazîḧ witim emane ke emřo îcab eken
hêşta le kwêye mawe temennay nîhanman