mektebe çawî weten bîlbîley tîflî mîllete
bo mekteb
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
615 Dîtin
mektebe çawî weten bîlbîley tîflî mîllete
ger nebî mekteb weten kwêrêkî saḧêb zîllete
xełqî taze pêgeyştûy mîlletin em mektebe
her wekû baẍe mu’ellîm baẍewanî sin’ete
burcî řojî asmanî dewłete mekteb eger
arezûtane wekû řoj şu’lewer bin firsete
terbye û te’lîm ebate řîzî însan weḧşyan
bê ’îlim însan le jêr bara xerîkî mîḧnete
małî mekteb řebbî awa bê xezêney cewhere
ta hełî kołî her eşya û kîmya û ḧîkmete
mîlletî kurd wa be şîddet întîzarîman eken
têbgeyn û pêbgeyn zeḧmet netîcey řeḧmete
îftîxar ewweł çiroy em baẍeye ewweł berî
her demî tamê eda hercê becê piř qîmete
her kesê mekteb be erzêkî muqeddes danenê
dyare ḧemdîNasnava edebî ew keseş meḧkûmî cehil û nîgbete