mişkî netirs

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 6 Xulek  822 Dîtin
bû le dêy ême hemarêkî berîn
dar û dîwarî le mêjîney bû
mîçî řeş bû
le çi bû dîwarî?
xak wixołêkî řeş wiberdî şîn
bû le jêr gewre hemar
çende dałanî be pêç
çende kołanî be sam
xwar û xêç
***
her kelênêk û kunêk
piř le mar û mêrû
piř le dûpişk û mişk
mişkî wirya û ziring
mişkî çalak
ke le tarîkîda
bo bijîwêk û weřê xistinî jîn
hełdebezîn
carê bo em kun û carê ew kun
hełdehatin be pele
ger bihatbaye be ḧał
xişpeyek
dengêk
***
beçke mişkê hebû lew taqmeda
leř û lawaz, bełam
lêbřaw û aza
wirde wirde le kunî hate derê
dîtnî řûnakî û xor
dîtnî dinyay azad
dîtnî zor xwardemenî xoş, bondar
***
daykî lawaz û leřî
daykî dił piřxefetî
babî birsî û şeketî
kewtine şwênî be ẍar
ey hawar!
ey hawar!
neçne pêş řołe, lemewlawe pitir
le penadaye pişîley xwên mij
tałeyan nawetewe
taqmî dij, taqmî dij
***
řwanîye daykî û babî ew kat
dî le birsan û le tirsan her dû
hełdelerzîn weku bî
weku bîy nêw xuřî aw
wek kizey bay gijeba
pêy hełênawe, heta
řû berew xwardimenî
têpeř bê
ya bida gyanî le dest
bibřê lîzgey temenî,
ya le jînêkî weha řeş, derbê
bab widaykî le xefet,
le kesasî wipestî,
řizgarka
***
babî neřřandî:
neřoy
daykî guřřandî:
neçî
çun le řêt daye xeter
xeterî derd û beła
xeterî merg wineman
***
hatewe dwaye biřêk,
şil bu hengawî
bełam
bîrî lê kirdewe baş
dîsan,
çû berew pêş û berew pêştir çû
kutî birsîme min û
babe, toş, çeşnî minî
daye, toş, her weku mey
her wekû ême wehan
pakî xizim û kes û kar
hemu birsîn û hejar
ba le ser řêm bê tełe û
biswê dasî merg
řû berew xwardimenî
her eřom
nasrewm
taku mabêtim emin
hêzî leş, xwênî cerg
***
gwêy neda daykî û řoy
gwêy neda babî û řoy
řû berew ew hemû azûxe le naw
dîwî hemar
gurc
mewday ebřî
le nekaw, dîtî le ser
řêgekeyda tełeyek
lewê řama û kutî:
êstekanê çibkem?
çare çîye?
çûne pêş çatre ya paşekşe?
na, eřom
kwanê pitir
lewe xo řa’egirim?
řadeyêkî heye xořagirtin
***
her eřom
her exzim
her berew pêş ekşim
bo berewpîrî beła
ba têşda çim
natirsim
mirdin û tirs dwanen, emma
taqe carêke em û ew zor car.
ca eger waye tirs
taku hem şerte emin natirsim
le pişîley
xwên mij
gerçî bo girtinî min
xoy ḧeşardabê le sûçî dîwar
***
bab û bapîr û kesim
tirsenok bûn û nefam
giştyan boye weha
seryan nawe be birsêtêwe
le kuna
têdaçûn
***
tirs îtir lay min
gelê bê manaye
le çi tirsan axir?
bo çî tirsan îtir?
berew amanc ekşim
ba le ser řêşim
daw bê
çał bê
ya merg
le řêgey amanc,
ladebem daw û tełe û
tełe têk’eşkênim
çun le řêy jînî mina
kospêke
***
mişke, katê lê bûrd
řoy û hênay le quliniçkêkî hemar
çiłedarêkî wişk
be hemû hêz û qewet
day le tepłî serî panî tełe mişk
tełe let let bû
hel û derfet bû
tełekey girt û fiřêy da be pele
řoy berew pêş û berew pêştir çû
řoy û řoy ta geyîye derkî hemar
geşeye kewte diłî
neşeyek kewte serî
tilî lî lanî bû
çun be amancî geyşit
***
dî piře nawî hemar
le heçî dił bîyewê
towî kał,
kakłî gwêz,
badam,
nîsk wimaş
***
řanewesta, be pele
hełmetî birdine ser
zorî xward
zortirî xward
pêş ewey têrbê zigî
kewte bîr babî kizî û
daykî le birsa kewtûy
kewtewe bîrî ewey
ke kes û karî hemû
birsîn,
bê tînin,
bê jînin
***
kewte nêw cergî tezû
weku jê wêk hat
kutî ca çon debê wa
têr bim emin û kes û karim birsî?
çuwe ber derkî kunê
kirdî hawar
neřřandî:
werne der
ey kes û kar
daw le ser řêge nema
têk şikawe tełe mişk
azadîn
***
werin asûde pişûyêkî biden
heł mijin nextê
le heway azad
lew hemû nî’met winazey
ke le ’embaraye
têr bixon
cêjne
hemu pîroz bûyn
***
mişkekan giştî be pol
hatne der
diłxoş bûn
diłşad bûn
xwardyan
birdyan
herçî le ’embara bû
***
ew ḧele
mişkî netirs
řû be mişkanî tirî hozî kutî:
mujde bê îdî nema
řojgarî dîlî
dewrey zułim û sitem
řoyî ew dewre ke wa
destî bêdad û sitem
le leşî taqmî bê azarî mişk
awir berda
bo ewey seyrî bika û |pêbkenê
***
sitem û zułmey ke wa
mişkî kirdûnete diz
mał biřu
zyanî xuro
mişk, eger lêy bigeřên
neykujin
wirkenanêkî denê
nacwê defterî kes
nabřê qaqez û henbane û ferş
***
çunke dananê kesêk
bo ewey mafî jyan,
hemû bedxiwahî ewn,
dujminî jînî ewn,
dił piřî qînî ewn,
boye bêçare ewîş
herçî ber destî kewê
eyxiwa
lêkî eda
wirdî eka
ey fiřênêt û berew kun eyba
ême lawanî mişk
dijî fêł û tełekeyn
lê biřawîn winebez
nabezîn
gerçî yexeşman bigrê
destî beła
dijway
***
beçke mişkim bełê, emma îtir
tirsenok nîm û lekes
natirsim.
napirsim
ke le řêy amanca
zor metirsî heye, ya na
tirsenok babî mine,
tirsenok daykî mine,
tirsenokin mişkan
bo çî netbîstuwe ełên:
ke fiłanî le fiłan
zor etirsê
wek mişk?
***
tirsenokî buwe, hoy
têşkanî mişkan
leweřa tembê bûm
ke bitirsim le tirs
hate ber řêgey jînim mirdin
çûme pêş
xistime dûr
tirs û lerz
řa kirdin
çûm berew pêş û berew pêştir çûm
ta geyştim be çiłokî amanc
xom û mişkanî tirim
le merg řizgar kird
***
etoş ey řołey jîr
weku şêr wabe ne mişk
weku şêr hełkute meydanî neberd
řapeře zû
bixe gyan û leşî dêw
nêw diłî kêw
lerz û tezû
dadře bergî řeşî çareřeşî
le ser endamî leşî xot û
le ser peykerî gel
ta le destit neçuwe
derfet û hel
***
řołe ey lawî betîn
wird bewe dujminî to
dawî le ser
řêgeta nawetewe
fiř û fêł û tełeke
kelepûrêke le babanî ke boy
mawetewe
la bide xo le qefî
nadyarîy dawî
badrawî řawker
ta be azadî bijîn
ta be serberzî bijîn.
***
êste ey řołe eto
têdegey kêye mişk?
ya çîye daw û tełe û
çi kesêke řawker?
bîr kewe bîr
ke bîr kirdineweyek
çatre bot
le hezar sał
’îbadet kirdin.