baştirîn şagird
Li pirtûka:
            Wenewşe
        Berhema:
                MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
        
             1 Xulek
             1417 Dîtin
        
        
    temenî gencî û neşey lawîm
be ẍem û derd û axewe řabird
xul û sûřî zemane tênagem
le minî diłpejarî bo wakird?:
xiřke berdî bełay pêda dam
herçî ber destî hat zile ya wird
ew se’atey ke hařehařî sûr
giłî giłgoy le ser leşim labird
çi dełê řojgar ke lêy pirsin:
bo sedîq wa jya û awa mird?!!
gerçî janî jyan winaxoşî
bûn le dewrûberim le herla gird
hêşte şadim le mektebî jîna
puxte bûm emnî baştirîn şagird