dostî nezan

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  797 Dîtin
degêřnewe ke pyawê
nek pîremêrdê, lawê
lawêkî aza û nebez
le kar qet nebû weřez
defey sîng û nêwşan pan
meçek estûr, pałewan
azabû zor bekarbû
le tembełî bêzar bû
hercarêkîş be hełkewt
le karkirdin nedesrewt
wirçêkî bû mil estûr
řêk bû leşî xwar û jûr
wirçe ewen qełew bû
goştî leşî pitew bû...
leheybet û le terzî
şêrî besam elerzî
karî řoj û şewanî
bibû be pasewanî
boxawenî bekełkî
le zułim û zorî xełkî
lawî qet hedaneder
qaremanî deşt û der
řojêkî bo pişû dan
paç wibîłî fiřê dan
çû řakşa le sêber
berdêkî xiste bin ser
wirçe ke xawenî xewt
çû le beramberî kewt
areqî řûy destiřîn
mêşî dexsite fiřîn
mêşê leřûy nîştiba
jînî deda zû be ba
mêşê bełam hat winîşt
ga le serî ga tenîşt
ga defřî bo demî
wirç karî ḧestemî...
bibû be têxuřînî
lew mêşe bo fiřînî
bełam mêşî kelle şeq
mêşî nefamî eḧmeq...
mêşî lasarî bedxû
hîçî be gwêda neçû
wirçe ke mêşî wa dî
xawenî bê newa dî
berdêkî hełgirt le mêş
wirdewrde çuwe pêş
berdî be tundî weşand
mêşkî lawekey pijand
şerbetî mergî daye
dostî nezan her waye
qet pyawî xawenî bîr
pyawî be hoş, pyawî jîr...
nagrê dostî nezan
çunke bełay gyane gyan