ey xule pîs
Li pirtûka:
            Wenewşe
        Berhema:
                MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
        
             1 Xulek
             1425 Dîtin
        
        
    ey xule pîs, ey keçełî lameseb
kellekerî bê hunerî bê edeb...
bo çî bebê min deçê awa dekey?
řojî humêdim le kel awa dekey
bo çî deçî lêm debîye keyxuda
kwanê eto pyawî ewey toxuda?
kwa dem û fiłç û kuř û kawêjî to
bas û qise û wirte û řawêjî to...
bo minî wa xak be ser kar eka
xoşî diłî dujminî min tar eka?
kwêrî gulî pîsî geřołî giław
ey beřeła, xwêřîleyî qûn diřaw...
bêt û le mewlawe bibînim ke wa
zor be kerî derdî diłim key dewa
şerte weha řabtekênim yexet
têk bişkênim le ḧewa lewḧ û xet
nêwî giławit lewê bikujêtewe
yek keřete şwan û segit bêtewe