dimeteqey werzêr û asniger

Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 2 Xulek  872 Dîtin
werzêr:
zeḧmet kêşêkî werzêrim
gerçî aza û bekar fêrim...
ke çî herwa hejar mawim
bedbext û lêwbebar mawim
řeş û řûtêkî bê bergim
bê řeng û řûm, tapoy mergim
temaşa çen çareřeşim:
çareřeşî bote beşim!!
xom û jin û kiç û kuřim
kuřî xawen hêz û guřim
dîlî destî çewsaneweyn
zormandûy bê ḧesaneweyn
herçoł biřîn çeşnî kêwî
ew mirdine jîne nêwî?
hawîn germa dembirjênê
legyanim areq deřjênê
qirçeqirçî lay nîweřo
zamî cergim dênête so
katî behar, demgiryênê
hewrêk firmêskî neřjênê
be ahengî xirmey terze
bendî diłim dête lerze
neka bikutê deẍił û danim
fiřbê dîsan hewł danim
carêk ẍemî kwêrûy řûřeş
lêm debête motey ser leş
lelayekî ẍemî pełe
layekî dîş zebrî kełe
her kam corê demtezênin
goy firmêskim delerzênin
paş ew hemû çermeserêm
dway ew kospaney dête řêm
ger we gîr xem kemê berhem
ḧerame lêm zorî ta kem
her kes çeşnê têdekoşê
ta řûtim kat û bimdoşê
lewaney bo řût kirdinim
bo tałan û mał birdinim
lêm çûne nêw penay senger
yekyan etoy, to asniger
sałê tenya bo yek gasin
gasin çye? nextê asin
debey zorî deshatî min
biłêy neye qet hatî min
heta tołey xom bistênim
kilkî zordar biqirtênim
asniger:
gwê bigre lêm biray werzêr
be dû zig birsî û be zigê têr
ewey minî serbeheş kird
yan toy le jyan bê beş kird
ne minim ne to, netoy ne min
edî kêye? tenya dujmin
dujminî to û minî hejar
dujminî gelman: îstî’mar
çarey ew derde gewre lam
her eweye biray felam
dest le dest û taqet lexwa
bigrîn ewey ḧeqman exwa
gurcugoł û bê deng û bas
min be kutik û etoş be das
serî le leş cwê keynewe
mêjûy jyan nwê keynewe
ew kate gel řizgar ebê
cêjnî gelî hejar ebê