kenîşke cwaneke

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  1373 Dîtin
kenîşke cwaneke bo çî firîbî ḧusin û cemal
hełt edate semayî tekebbur û ’ezemet?
«alî alabidErebî» nîye bo kes melaḧet û şewket
hemû beharê mirûrî serî’e berq mîsal!
kenîşke cwaneke: gułbaẍî şox û řewneqdar,
ke êste mewqî’î bałayî, serte mestî ẍirûr
ebînî axrî řojê suqût eka meqhûr
le jêrî pêy ’ecûza ebête toz û ẍubar!
kenîşke cwaneke: êsta eger be sîḧir û fisûn
hezarî wek min ekêşîte dawî şor û cinûn
be îbtîsamî newaziş lebit bikey tehzîz
diłî hezarî wekû min le ’eşq ekey lebrîz
bełam sibeynê ke pîrî wekû ḧulûlî xezan
be řengî zerdewe destî le gerdinit ałan
ekêşî ahî teḧessûr leber xesarî diłan
diłanî piř le şebab û ẍeramî canbazan!