mał û ḧał û serwet û samanî řûy dinyam nîye
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
435 Dîtin
mał û ḧał û serwet û samanî řûy dinyam nîye..
qeyserî û qesir û meř û małat û cût û gam nîye
qanî’im řazîm be nanî co ekem şukirî xuda
arezûy gîpe û piław û goşt û paqlawam nîye
şew le kołanan binûm hîç kes nîye bêt pêm biłê:
pareket kwa bimderê dinya û mafîhaErebîm nîye
xo heme bo setrî ’ewret min lîbas û bergî caw
meylî bergî etłes û guł sûrme û xaram nîye
kes be destî min nekujrawe heta êsta şukur
çunke řeşşaş û demançe û esłeḧe û bombam nîye