le diłma ’eşqî řûy to nûrî çawim hênde cêgîre

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  393 Dîtin
le diłma ’eşqî řûy to nûrî çawim hênde cêgîre
le yek cya nabnewe ye’nî ke herwek şekker û şîre
desî qudret bexettî ’enberîn wa ḧaşyey nûsî
ke zanî ayetî řûy dilberim pêwîst be tefsîre
le çerxî bîstema awazî ḧusnî yar û ’eşqî min
le dinyada be wêney nawî eskender cîhan gîre!
zekatî maçî kułimit bo hemû kes çawekem naşê
le ’urfî ’eşqida her musteḧeqqî ’aşiqî pîre
temaşake çi zewqêkî têdaye ’alemî şêtî
le gwêy minda ziřey zincîrî pê dengî bem û zîre
dexîle řê be zahîd qet mede bo meclîsî řendan
ke çunke bed řewşte her xerîkî daw û tezwîre
ezanim ey kemalîNasnava edebî to kewa parçey ẍezel ebřî
hemû bo bejin û bałay ’eř’eř asay ḧezretî mîre