le perçemtaye dił şaney meke laney meşêwêne

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  800 Dîtin
le perçemtaye dił şaney meke laney meşêwêne
legełma gyanekem tûbî û xuda em cewre menwêne
xwa nakirde nek bigrê henasem mangî řûxsarit
leser maçê diłî em bende pîrey xot meřencêne
neka bo xizmetî ew şoxe çûbê dił eman yaran
soraxê ken le sînemda demêke bê seruşwêne
qisey xoşî le to nawê ’ezîzim ’aşiqî zarit
le lêwit car be carê çaweřwanî taqe yek cwêne!
bebê dest nwêjî ke’bey řûtî maç kird heqqî î’dame
le ’eşqa kafrî meḧze kemalîNasnava edebî zû bixinkêne