’ezîzim sacîd aware eme nêzîkî dû sałe

bo «sacîd aware»
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  425 Dîtin
’ezîzim sacîd awareNava taybet eme nêzîkî dû sałe
le eḧwałî kemalîNasnava edebî bo çî tonapirsî bêḧałe
le mała kewtuwe kwêre, nexoşe zor demêke ew
leber derd û xefet êstake hengiwînî be dem tałe
ełêy perjînî gułzarî edeb têkçû zemanêke
gułî tyada nema meydanî wazî çend kuř û kałe
le’ersey ’îlim û adaba fiřandî goy huner meḧwîKes
’ecayeb şaswarêke be wêney řostemî załe
ebînî ’erseke şîrîn swarêkî nîye têda
be tenya cêge loqey kersiwarî çend kuř û kałe
wekû bîstûme şa’îr pêy ełên xełkî beyazewan
le lam waye eme fermayşî şêtêkî ’ewdałe