diłim besrawî dawî çînî zułfî diłřubayêke

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  386 Dîtin
diłim besrawî dawî çînî zułfî diłřubayêke
serim şêwawî şêwey yarî bê řeḧim û wefayêke
be şew dengî segî ber dergeket ebyem ebim xoşḧał
ewîş çunke wekû min pasewanî bawefayêke
le layek tîpî birjang û le layek hêrşî zułifit
’ezîzim bo xerabî mułkî dił heryek bełayêke
kerem ke xakî jêr pêt gyanekem tubî û xwa carê
ke bo janî gilî em çawe êşawem dewayêke
were wêranekem satê be řesmî bende lawandin
biłên ba padşahê wa mîwanî bê newayêke
le diłma çî ekeyt piř agirî ’eşqe dexîlit bim
were ser çawekey çawim ke cêgey ba sefayêke
zemane seyre herwa bê te’emûl dêt û deřwa xełk
be wirdî ger temaşay key ’ecayeb sînemayêke