çawekem sa besyetî bes meclîs arayî bike

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  273 Dîtin
çawekem sa besyetî bes meclîs arayî bike
bes legeł em xełke hatuçûnî xořayî bike
ẍeyrî ser êşe heta êsta ke çît dest kewtuwe
ba serit sûk bê lemewla meylî tenyayî bike
çeşnî yûsif to biço naw bîryewe, bibye ẍerîq
ya biçore asman tenya mesîḧayî bike
seg hemîşe xizmetî seyyadî załim zor eka
toş bese, bes xizmetî załim be azayî bike
kuncî bê řencî qena’et piř le gencî gewhere
dest be serya bigre bo xot her şehenşayî bike
qafłe řoyşit û menził dûre, řêga piř xeter
bo sefer xêra ke twêşûyê perêzayî bike