aşnayî qet legeł em dehreda peyda nekey

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  301 Dîtin
aşnayî qet legeł em dehreda peyda nekey
etkujê em pîre załe şête karî wa nekey
asman’etnêteser textî şehenşayî bełam
axrî’etxa milit eşkênê pêy biřwa nekey
to be řûtî hatye dinya û be řûtîş her eřwê
bo tema’ û małî dinya kake xot řîswa nekey
wa diłim let let ekem wek şane bełkû xwa bika
car be car ew perçeme şêwawetî pê şanekey
cûte çawî saḧîrî ’aşiq kujit bes hełbiře
tirsî xwat bê ’alemê yekcarî başeyda nekey
cewrî to dermane bo derdî diłî bîmarî min
lutfî nawêt lêt dexîle gyane karî wa nekey
şerte serdanan le meydanî meḧebbetda kemalNasnava edebî
to eger merdî ebê ser dabnêyt û řanekey