nîgarî meh cebînî min be xende û nutiq û guftarî

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  329 Dîtin
nîgarî meh cebînî min, be xende û nutiq û guftarî
şekir herzan eka bo ’aşiqî sewdazedey zarî
dexîlî bextitim ey şane laney dił neşêwênî
ke katê da’ehênî perçemî piř çînî tatarî
hemû ’îlmim le řêy meyxanekana axrî dana
ke dîm efsûn û sîḧrî cûte çawî mest û ’eyyarî
şukur yar îznî da şew biçme berdirganekey bo pas
îtir bo çîme řutbey şehryarî û textî qacarî!