demêke çaweřwanî ẍemzetim ey mehcebîn tîrê

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  299 Dîtin
demêke çaweřwanî ẍemzetim ey mehcebîn tîrê
diłim şête desa lew perçemî piř çîne zincîrê
le dinyada hemû şit qabîlî teẍîyr û gořane
be tenya ḧusnî to û ’eşqî mine neydîwe teẍîyrê
henasey germî piř tîn û biłêsem berd eka let let
keçî lew şoxe dił azare naka zeřře te’sîrê
ẍezaley weḧşe yarim qet legeł min nagrê ulfet
ewa emirim desa xizmîne zûken fîkir û tedbîrê
le mekteb da xerîkî meşqî ḧusne yarî bê řeḧmim
le dił lewḧe û le qursî xoř ekem wa boy tebaşîrê
xwa ba lêt neřencê gyanî şîrînim meřencêne
diłî bêçareyekî wek kemalîNasnava edebî ’aşiq û pîrê