ḧeyfe dana be cefa û cewrî felek xemgîn bê

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  330 Dîtin
ḧeyfe dana be cefa û cewrî felek xemgîn bê
ḧeyfe awêney diłî ehlî sefa jengîn bê
çerxî keçřew ke sebatêkî nîye xem çi exoy
ger be mîhir û şefeqet ya be cefa û qîn bê
le kin erbabî meḧebbet ewe řû sûre ke řûy
her wekû lale be xwênawî ciger řengîn bê
hemû her ’arîyeye xelset û kałayî cîhan
ger kewat etłes û xara bê eger peşmîn bê
kîbir û nexwet meke bo nî’metî dû řoje kemalNava taybet
bo çî bêhûde beşt řecim û tif û nefrîn bê