hate nêw bax dwênê diłdarî çemen aray min

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  311 Dîtin
hate nêw bax dwênê diłdarî çemen aray min
guł kutupiř ’aşiqî bû wek diłey şeyday min
bulbulî bêçare hestî kird ke guł bawî nema
hat û sucdey birde ber bałay gułî zîbay min
namewê gyane cwahîr sûrme te’sîrî nîye
tozî řête nûr bexşî çawî nabînay min
herwekû awêne sersamî serapay diłberim
ye’nî qurbanî serapay yare ser ta pay min
diłberim dwênê ke tûşim bû be ’îşwe pêy witim!
çon nemirdûyt to le ḧesret le’lî şekker xay min
yar ełên fermûye: wextî mirdinî min dême lay
takû zîndûy katewe lêwî mesîḧ asay min
peyřewî ḧemdîNava taybet ekem da’îm kemalîNasnava edebî boye wa
wîrdî xas û ’ame eş’arî tereb efzay min