guł û laley beharim nawê bê to ey nîgarî min
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
542 Dîtin
guł û laley beharim nawê bê to ey nîgarî min
gułî řûte ’ezîzim xo guł û laley beharî min
be maçêkî demit ger bêt û to çare nekey derdim
le řojî meḧşera egrê berokit gyanî zarî min
be yek leḧze le gerdûn têpeřî bo ’erşî e’la çû
fîdatim şahbazî ’erş û şîrîn şaswarî min
segî derganekey kak eḧmedî şêxim temadarim
tikay ’efum bike řojî ceza lay kirdigarî min
ře’îsî ewlyaye qutbe ye’nî warîsî ẍewse
penah û piştîwanî kurde mayey îftîxarî min
ekem řoḧim fîday ewladî lakîn pîrim û kwêrim
nîye layq be qurbanî bibê gyanî hejarî min