bê wîsałit key temennay cennetulme’wa ekem
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
1344 Dîtin
bê wîsałit key temennay cennetulme’wa ekem
bê nîgahit çon xeyałî bade û sehba ekem
bê xetit mumkîn nîye dił dem be řêḧaney beheşt
bê gułî řût key temaşay laleyî ḧemra ekem?
şêweyêkî çawî mexmûrî nîgarî pêweye
boye da’îm ḧezle seyrî nêrgizî şehla ekem
îltîfatî ba nebê ew şoxe xo cewrî heye
mişterî çakim be řoḧ cewr û cefay sewda ekem
min ke mecnûn meşrebim çîme beser şaranewe
şêtî leylim řû le kêw û herde û seḧra ekem
to ke yarim bît ’ezîzim çîm be ser dinyaweye
toy mebestim îke lem dinyaye îstîẍna ekem
bo felek nakem tenezzul herwekû nurîNava taybet ełê:
«min be çerxî asmanî sipłe îstîhza ekem»