ewa řoyîm le daxt şoxî sîmîn ber xuda ḧafîz
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
1382 Dîtin
ewa řoyîm le daxt şoxî sîmîn ber xuda ḧafîz
be carê terkî ’eşqim kird bitî kafir xuda ḧafîr
diłim poła nîye xo parçe goştêke bese takey
be ebrot eydeye ber zerbeyî xencer xuda ḧafîz
le îman xom tewella kird be yadî bejin û bałay to
ewendem sucde bird bo seru û bo ’eř’eř xuda ḧafîz
hezar ’îlim û du’am kird ’aqîbet ew çawe seḧḧare
betałî kirduwe ey şoxî efsûnger xuda ḧafîz
kemalîNasnava edebî dił birîndarî demî şimşêrî ebrote
beẍemzet sa le sîney bes bide nîşter xuda ḧafîz