le řûy min hat şukur ewşoxe nirxî maçî herzan kird

be yadî şa’îrî beřêz «şarezûrî»
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  295 Dîtin
le řûy min hat şukur ewşoxe nirxî maçî herzan kird
nebat û qend û nuqłî lêwî weqfî mey peristan kird
şukur yarim le tirsî destî gułçînanî bê mirwet
ewa perjînî baxî řûy gułî ałî be řêḧan kird
be tîrî çawî nek tenya diłî min let let û wêran
futûrî çawî sed derwêş û şêxî xane wêran kird
ke destî daye şane û perçemî çîn çînî dahêna
diłî sewdazedeyşimî her wekû zułfî perêşan kird
le řojî eweła bê îxtyarî min desî qudret
minî yexsîrî kafirzadeyêkî namusułman kird
be yadî şarezûrîNava taybet wa kemalîNasnava edebî şî’ir ełê êsta
egerçî derdî pîrî bîrî wa yek def’e tałan kird