le dûrî yarim ’aşiq ’eybe xoy dûçarî meynet ka
Li pirtûka:
            Dîwanî Kemalî
        Berhema:
                Kemalî (1886-1974)
        
             1 Xulek
             907 Dîtin
        
        
    le dûrî yarim ’aşiq ’eybe xoy dûçarî meynet ka
be awazî segî ber derkekey şerte qena’et ka
hemû parçe û pelêkî çimkî dawênî nîgar egrê
be şimşêrî biroy laşey kemalîNasnava edebî ger letupet ka
umêdî xêr û xoşî nabê hergîz ’aşiqî şeyda
ebê ta mawe xoy amade bo derd û musîbet ka