ełên tacrê buwe le êran

bazirgan û tûtî
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  527 Dîtin
ełên tacrê buwe le êran
bo kiřînî mał eçuwe hîndistan
pêş řoyîn pirsî le mał û minał
çîtan bo bênim le dyarî û kutał
heryek şitêkî dawa kird ewsa
tûtîyekî bû le naw qefesa
pêy wit ke çûyte xakî hîndistan
tûtî ebînî leser dirextan
biłê tûtî min wa le naw qefes
le dûrî êwe buwe be qeqnes
tacir ke çuwe xakî hîndistan
qisey tûtîyekey wit be tûtîyekan
le piř tûtîyek kewte xwarewe
gyanî derçû zû be pejarewe
tacir witî em tûtîye hejare
xizmî tûtîyekey mine wa dyare
le derdî dûrî ew wa dest û bird
kewte xwarewe gyanî teslîm kird
bo wiłatî xoy ke geřayewe
qisey bo tûtî zû gêřayewe
tûtîyekey ewîş kewt û le piřa
be lingefirtê gyanî lê biřa
minałan destyan bo kird be giryan
le paş şîwen û zarîy firawan
laqêkyan girt û xistyane kołan
zîndû buwewe fiřî bo serban
witî be tacir aẍa be dû’a
małit awabê her xoş bît yaxwa
ew tûtîyey wa le hîndistan mird
nemirduwe bo min řaspêrî wa kird
ye’nî ta nemrî her esîr ebî
le naw qefesda dîl wizwîr ebî
eger to pyawît zû xot bimrêne
le kot û zincîr pêt der bihêne
katê emey wit day le şeqey bał
le ber çaw win bû wekû bay şemał