eger qerazey le zêr bikey ker
ker
        Li pirtûka:
            Dîwanî Kemalî
        Berhema:
                Kemalî (1886-1974)
        
             1 Xulek
             1315 Dîtin
        
        
    eger qerazey le zêr bikey ker
awî bideytê le çeşmey kewser
alîkî bidey le genmî îrem
axuřî bestî le xakî ḧerem
bîgeyenîte ser ewcî felek
řenekî bikey be bałî melek
le milî bikeyt tewqî zîw û zeř
heta qyamet her kere û her ker
be xot nazanî cûte eda lêt
le piř eşkênê řojêk ser û gwêt