ezanî aya bo çîye însan

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  439 Dîtin
ezanî aya bo çîye însan,
ke dirust eka koşk û xanûy cwan
eka telar û heywanî řengîn
enêjê guł û řêḧane û nesrîn
eřwênê darî çinar û ’er’er
lenaw bax legeł seru û sinewber
bo ewe çake be diłî bê xem
lew cêgayeda yaran bika cem
xoş řabbiwêrin ta bibin diłşad
xem û pejarey dinya den be bad
egîna kesê fam û hoşî bê
diłî xawênî piř le coşî bê
çon le xak dirust eka menziłî
menziłêkî wa le aw û giłî
ko ekatewe samanî dinya
eyxate jêr xak têrî lê naxwa
sibeynê ke mird le dway cê mênê
xeznekey mêratgir derî bênê