min negořawim wek caran mawim

min negořawim
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  1810 Dîtin
min negořawim wek caran mawim
hêz û henawim
le derdî dûrît dił piř zûxawim
bînayî çawim
***
şêwey řuxsarit le dił cêgîre
wek guł ległida
bêsey ’eşqit her be te’sîre
le peřey diłda
***
’eksî řût le naw bîlbîlekey çaw
neqşe wek nigîn
nasuřêtewe be firmêsk û aw
şoxî meh cebîn
***
ta řojî meḧşer her bendey gyanîm
min bê wefa nîm
meḧwî şêwey tom nazanim xom çîm
be yadit ejîm
***
be cewrî felek be derdî zeman
be xwa azîz gyan
le yadim naçî meḧbûbî dewran
yek deqîqe û an
***
legeł xefet û derdî zemane
’eşqit azane
wa zoran egrê azîz bizane
ey xan merdane
***
nayełî xefet bigrê mułkî dił...
yarî cebîn guł
emîn be katê ke eçme jêr gił...
her ełêm be kuł
***
to wa nezanît ke min gořawim...
wek caran mawim
êstaş her şêwet wa le ber çawim...
hêz û henawim
***
be ’eşqit jyam leser řûy dunya...
yarî bewefa
ewsaş her ’eşqit bo beheşt emba
berełam naka