derwêşê hebû zor musłiman bû

řêgay çake
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  575 Dîtin
derwêşê hebû zor musłiman bû
ehlî ’îrfan û pyawçak û cwan bû
çû bo lay şêxêk witî bequrban
le distî xełkî zor bûm herasan
be şew wibe řoj dên bo zyaretim
zor herasan bûm dił piř xefetim
şêxeke fermûy etewê çare
pare bisêne lewî małdare
qerz bide bewey hejar û late
her eme bo to řêgay necate