pyawêkî zana bo seyran û geşt

tawis
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  582 Dîtin
pyawêkî zana bo seyran û geşt
řojê le řojan egeřa le deşt
tawsêkî dî cwan û diłpesend
peřekanî xoy yek yek heł’ekend
le karî tawis zor serî suřma
witî ey tawis to bît û xuda
peřekanî to nayab û cwanin
be nirxin le lay xełkî giranin
hênde benirxe qur’an xwênekan
day’enên le naw lapeřey qur’an
xwa cwanî kirdûyt meke naşukirî
be řastî yekcar nefam û kerî
tawis emey bîst ber buwe giryan
witî bê ’eqił û nefam û nezan
daw danrawe bom le hemû la
peře cwanekan lêm bûne beła
řawkeran da’îm bo kuştinî min
tîr be destewe lêm bûn be dujmin
em cwanî û nirxe bo min bełaye
eme key lutfe qehrî xudaye