diłzar şi’reket

nameyek bo diłzar (xawenî kitêbxaney koye)
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 1 Xulek  917 Dîtin
diłzar şi’reket, diłzar şi’reket
diłzar namekey piř şi’ûreket
geyîşte destim le wextêkî wa
kafir be ḧałim nebîtin, xwa!
ełêy şeş sed û kisûr qerzarî
aya bo pare zor gyane harî?
ziring û hořî dirhem û pare
bo min xeyałî xewnî behare!
dirhem bizanî le cêyê min hem
beguř řa’eka lem çem bo ew çem
min pyadem û pare sware
řawkerî ewm le em dyare
carcar le dołêk eḧesêtewe
ke eçme serî esłemêtewe
gumbete eda û be taw řa eka
min bê melce’ û bê perwa eka
bełam řojêk dê derdestî bikem
be pet wekû seg desřisitî bikem
çekme ḧesarî ekem wekû şêt
řakêşî ekem eyxeme jêr pêt