tebîb neyzanî ḧałî min çi core derdedarêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 2 Xulek  931 Dîtin
tebîb neyzanî ḧałî min, çi core derdedarêkim
be kam ’îllet giriftar û leber çî şewbêdarêkim
witim pêy ’aşiqî me’yûs û mat û xaksarêkim
zedey tîrî nîgahî fîtneperdazî nîgarêkim
girawî dawî zułfî muşkibarî guł’uzarêkim
eman! mirdim le daxî dił leber giryan û hawarî
dirêẍ sûtam le qirçey agirî êşan û azarî
tebîbî çî? ḧekîmî çî? be min çî ’îlim û guftarî
ewî neydîbê êşî dił, weya alamî diłdarî
çuzanê min le êşan û çi azar û figarêkim
emin tenha û bê perwa bełay dewran hezaran lek
le em aşûbe damawim bebê řêga û bê meslek
necatim dey le em ḧałe be lutfî xot xudayî yek
le deştî na’umêdîda bedem badî qeder her wek
pełaşê wam ke her satey le goşe ya kenarêkim
çi sûdêkî heye bo ḧałî êstakem ke wa çon bûm
çi dermanî diłî çakim eka řojanî řaburdûm
ezanî çone eḧwałim le destî bextî neḧis û şûm
be řoj tirsa û tasawî ziřey kasî şewî pêşûm
be şew serxoş û mestî camî qehrî řozgarêkim
ełên pêm ẍunçeyî ’umirit be bêhûde mejakêne
ewî yezdan biłê teqdîr ebê sefḧey megeçłêne
teḧemmul ke, fîẍan bes bê, be girye xot mefewtêne
erê ey nasîḧî muşfîq bebê sûd dił meřencêne
sebir dermanî dił naka ke min peywendî yarêkim
emende yarêkî ẍeddare û le te’zîb danê fennane
le bê bakî û etwarî, zuḧak sersam û ḧeyrane
mîsalêkit lebo bênim, emin ey wa’îzî dana?
ser û samanî lawêtîm le řêgey řazî ew dana
le derganey wefay hêşta hejar û lêwbebarêkim
gelê car pêy elêm ey çawxewałûy nêrgizî şehla
meyl ke çon esûtê dił le giłpey agirî meyla
ełê wextim çîye aya? mewêste sa biřo bew la
erê çon pişt be diłdarîm bibestim wa min û leyla
gelê dûrîn le yektir ew le barê min le barêkim