zedey tîrî nîgahî fîtne perdazî nîgarêkim

na’umêdî
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 1 Xulek  601 Dîtin
zedey tîrî nîgahî fîtneperdazî nîgarêkim
gîrawî dawî zułfî muşkibarî guł’uzarêkim
ewî neydîbê nêşî dił û ya azarî diłdarî
çûzanê min le êşanî çe sûtan û figarêkim
le deştî na’umêdîda bedem bayî qeder her wek
pełaşê wam ke her sate le goşe ya kenarêkim
be řuj tirsaw û tasawî ziřey kasey şewî pêşûm
be şew serxoş û mestî camî qehrî řojgarêkim
erê ey destî diłsozim bebê sûç min meřencêne
sebir dermanî dił naka ke min peywendî yarêkim
ser û mayey cewanî xom le řêgey řazî ew dana
le derganey wefay hêşta hejar û lêwbebarêkim
ebê çun pişt be diłdarîm bibestim takû êstêke
gelê dûrîn le yektir ew le barê min le barêkim