řûnakî nawit çende lam xoşe
bo guvarî řûnakî
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
1 Xulek
1828 Dîtin
řûnakî nawit çende lam xoşe
’alem be sayet diłî piř coşe
tarîkî řoyî derkewt řûnakî
be ’îlim û fen û řuxsarî pakî
şu’lebexşî kird le kêw û bêstan
zîndûy kirdewe ’îlmî kurdistan
behoy řûnakî hełsitayn le xew
beřêmanî exist neḧsî û şûmî şew
mijde bê weten xakit řûnak bû
be sayey şewqî lawit çalak bû
neḧsî û şûm řoyî leser lêwanit
řûnakî cêy girt le řûy cwanit
umêd peyda bû biław bêtin fen
binwênîn xizmet guzarîy weten
mîllet! řûnakî mayey jyane
nobey çalakîy lawî cwane
înca seyrî ken hunerî qełem
takû berzî keyn ’êraq û ’elem
xuda řûnakî dûr keyt le şîqaq
şu’lebexşî key le xakî ’êraq