erê ey law le hîç wextê nekey me’yûsî jînit bê

ey law
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 2 Xulek  1802 Dîtin
erê ey law le hîç wextê nekey me’yûsî jînit bê
debê herdem ’ezmidar û deway derd û birînit bê
le meydanî teqeddumda telaş espî necatit bê
liẍawî espeket fîkir û ’îlim awzîng û zînit bê
bełê da’îm hunermend be le mîdanî neberdîda
behoy ’eqił û hunermendît debê tîşkî zemînit bê
lenêw gelda ebê î’lanî cengî key legeł cehla
’îlim çek bê le em cenge, weten cêgay kemînit bê
le řêgay şe’in û berzîda dûr endîşêkî wirya be
menafî’ perwerîy mîllet ebê amancî jînit bê
nekey bo berzîy amanicit biray xwênît le bendê key
be berzî şad û mesrûr û be nizmî jînî şînit bê
le wextî gencî gencîda debê řencêkî gencî dey
newek wextit biřencênî lenêw cêga û nwênit bê
le dinyada ḧeqî jînit heye takû nefes danêy
bełam çake û řewştî çak debê ayîn û dînit bê
biray tone hemû kurdêk wekû wałen kinaçey key
nekey dił pîs û cwênder bî beramberyan weřînit bê
eger lawêkî kurdî to, debê diłpak û bała bî
newek diłdarNasnava edebîy diłperwer, diłit qur’anî dînit bê