fesłî pêncem

Li pirtûka:
Te’rîxî Caf
Berhema:
Kerîm Begî Caf (1885-1949)
 8 Xulek  1683 Dîtin

beḧsî kuřekanî zahîr beg ke le paş xoy manewe:

qadir beg û siłêman beg herdiwanyan kuřî zahîr begin, siłêman begyan biray gewre buwe. qadir beg ke bira biçûke pyawêkî zor aza û serbederewe buwe û tebî’etî zor germ buwe, weqtê ke zahîr beg emrê û cafekanî etrafyan ebê be hezar mał û ebin be saḧêbî sware û tifengêkî zor, kem kem xeyałî kwêstan û çûnî êran ekewête seryan. be şwênî êłî gełałî û gełbaẍî û kełhuř û baqîy tirda ta terefî ḧidûdî êran eřon. emma natwanin biçne naw ew ’eşayranewe. řojê le weqtî koçda yekê le begzadey wełedbegî, xalîd beg nawêkyan segêkî ekewête naw koçî gełałî û segekey nawî şêre ebê û lew weqteda ře’îsî gełałî şêraẍa ebê. xalîd beg bê ẍerez, segekey xoy bang eka, herçî le gełałî waye em pyawe be sûkî nawî ře’îsekeyan eba, be def’eyê dûsed, sêsed kes pelamarî edenê, kilkî espekey ebiřn û nextêkîş lêy eden! xalîd beg dêtewe bew new’e beserya hatuwe eygêřêtewe, qadir beg û siłêman beg ke ře’îsî ew hezar małe cafe ebin, zor ’aciz ebin û ẍîretî ’eşîretî eyangirê, qadir beg leşkir ekat, nizîkî heştised, nosed swar û pyadeyê gird ebê boy. siłêman begî biray ełê be qadir beg: em ’eşretane zorin û nizîkî pênc, şeş hezar swar û tifengiçîyan heye, ême ber û dwa nageyne hezar kes, řica ekem ne xoman û ne ’eşretekeman be qiř bideyn! bwêste takû payz eçînewe bo şarezûr xeber enêrîn bo cafî cwanřo leşkirêkî zorman bo bê, em ḧeqeyan lê esênîn û em bê şerefîye leser xoman la ebeyn. qadir beg yêjê be siłêman begî biray: eme nabê ême her tozê germîman bigatê xeber binêrîn bo cwanřo bo leşkir. îmřo em şeře ekem, eger fayeq bûm hem nawê bo xoman û hem cêge û řêgeyêkî zyad bo em ’eşrete peyda ekem. eger fayeq nebûm cwanřoman le dest der neçuwe, eçînewe bo cêy xoman bo cwanřo, eger sed kesîşman bikujrê û biřoynewe êłî cwanřo gememan pê naken biłên: lay ême řoyîn be hetkikirawî hatnewe! ełên: pelepelyan kird û mwefeq nebûn. nek hezar kes eger sed kesim bibê eçim be gijyana!

yekê le kwêxakanî caf be qerewlî û be casûsî eçête naw leşkirî gełałî û gełbaẍî û menmî û dêtewe ełê be qadir beg: hîç meweste biço be gijyana, temaşay ewanim kirduwe eger çî zorin emma wekû seg wane, hemû řengin, řeş û sipî û bor û bazgin. leşkirekey ême yek new’e, wekû gurg yekřenge, bor û dem řeşin. înşa’ełła mwefeq ebîn. letek qisey em kwêxayeda leşkir řa’ekêşin bo seryan, ebê be şeřyan, çunke dewrî tereqî û tał’î eman bû bew kemyewe be new’ê eyanişkênin, şeşsed, ḧewtised kesyan lê ekujin. gełałî nizîkî sed kes tełefat û xesaretyan ebê, emma gełbaẍî û menmî û kełhuř zoryan lê ekujrê û zor mufeşeq ebin. menmî beşêkyan be şipirzeyî egeřênewe bo etrafî silêmanî. menmî ew baqyekey tiryan letek gełbaẍî û kełhuřda eçne lay walîy sine ke ḧakmî erdełan buwe, ewîş le beynî geřûs û sineda cêgeyan edatê. kełhuř û tîleko le xuř xuře û başmaxda da’emezrênê û gełbaẍî le sařał û hobetû û dîwandere da’enê, gełałî çunke le řegî caf ebin û kemîşyan lê ekujrê, dexałet be qadir beg eken û ebin be ’elawecatî tayfekanî caf.

ew şêraẍa ke ře’îsî gełałî buwe lew weqteda bapîre gewrey ḧeme aẍay řeza aẍaye ke îste ře’îsî gełałîye. řeza aẍa kuřî ’ebas aẍaye, ewîş kuřî eḧmed aẍa kuřî baram aẍaye. baram aẍa kuřî şêraẍaye û ew kwêxa casûse cafe sûrey newî can buwe, ke gewrey tayfey welî buwe. qadir beg û siłêman beg ke em fetḧeyan bo ekirê zor tereqî eken û ew sałe eçne kwêstan le cêgey ew ’eşîretaneda da’emezrên. payz ke dên bo şarezûr ḧakmî bebe zor zor ḧurmetyan egrê û le şarezûrda ebin be saḧêb cêge û řêge. bełê «beratî necat be xwên nûsrawe».

cafekanî cwanřo û eyaletî kirmaşan ke emeyan dî û şarezûrîş cêgeyekî saḧêb aw û xelehawere û cogey bê teklîfî zore be ’umûm ḧereketyan kird hatin bo lay siłêman beg û qadir beg. em panze hezar małe le caf, geřyaw û danîştû, ke îste daxłî kurdistanî baban û ’êraqe, ew sałe ta behar ’umûmyan hatin le mentîqey şarezûr û lîway kerkûk damezran û cêgey ew ’eşîretane ke nawman birdin îşẍalyan kird û kewte destyan.

ke weqtê em ’eşîretane le etrafî siłêman beg û qadir beg zor bûn û bûn be saḧêbî panze, şanze hezar mał bo îdare kirdinyan û teklîf lê sendinyan ke eme řesmêkî ḧewtised sałî buwe, bo ře’îsanî caf û hîç ḧukûmetê lew weqteda ne le êran û ne le xakî baban û ’êraq tełebî qiranê û meřê û biznêkî le ’eşîretî ewan nekirduwe, warîdatî emane mexsûs buwe bo îdare û guzeranî xoyan. qadir beg esasêkî ’eskerîy ’eşayrîy bo xoyan dana, sêsed małî le ’umûmî tayfekanî caf hełbijard û nawî nan: «piştimałe». mayn û tifeng û řim û demançe ke esbabî şeřî ew weqte buwe, teslîmî kirdin û tayfey ’emełe ke tayfeyeke le caf û sêsed û penca mał ebê, ewanîşî le teklîfî ’eşîretî terxan kird, sed û penca swarî daxłî defterî swarey xoy kird, tayfey bedaxî penca swaryan mayn û tifeng û řimî bo tedarek kirdin û ewanîşî daxłî defterî sware kird. sedanî penca swarî lê mexsûs kirdin. em sed swarey sedanî û bedaxîye, her wekû le teklîf azad bûn, wekû xizmetkarî piştimałe û ’emełe, berat û cîre û me’aşyan bû, baqîy swarekanî sedanî û bedaxî mayn û tifengyan hî xoyan bû emma le wêrgiwêy şexsî ke pêy ełên «xerc», xarîc kirabûn û daymen bo hemû xizmetêkî mecbûrî ḧazir bûn. le zemanî siłêman beg û qadir beg le piştimałe û ’emełe û bedaxî û sedanî pêncised û penca swarey xizmetkar daymen mewcûd buwe û le tayfey sedanî û bedaxî sed swarî le xerc derkirawîş ḧazir buwe. wełed beg ke kuřî xane beg buwe ewîş piştimałeyêkî buwe û daymen sed û penca swar xizmetkarî têda buwe, ew sed û penca swarey wełed begîş tabî’î fîkirî qadir beg û siłêman beg buwe. eger tayfeyê le caf serpêçî bikirdaye bem qwetane terbye ekira û cezayekî zor sextîşî lê esênra we bełkû lêşyan ekuştin. eger çe ’eşîretekeyan îta’eyêkî me’newî û xalîsaneyan buwe boyan û xoyan her teklîfê ke dabêtyan zor layan xoş buwe û esasêkî tir bo selametîy wez’yetî caf û begzade tîkirar qadir beg daynawe. ew dû tayfe ke sedanî û bedaxî bê, le weqtî zustana le gořeşele û senger û qełatepe ke emřo daxłî naḧyey qořetûn û ewsa xakî êran buwe, be zustan daynawin. leber eme eger le weqtî zustanda le ḧukûmetî baban ’aciz bibê kutupiř biçête naw awan takû baqîy caf boy epeřêtewe le awî sîrwan û cêgey ew dû tayfe letek cêy zustanî qadir begda ke qełay kanî çeqełe we ha beser sîrwanewe, fasîle le beynyana awî sîrwan buwe û ew dû tayfe êsteyş cêy zustanyan her ewêye. her wekû qadir beg em îḧtyatey kirduwe, wełed begîş ke cêy zustanî pêbaz buwe, tayfeyekî le meydan û kewezeynałî danawe wekû fîrqey selîm le harûnî, emane le weqtî beharda le şek meydanewe be kełek epeřênewe bo şarezûr. bo weqtî hawîn muḧtac bem îḧtyate nebûn, çunke be ’umûmî ’eşayrewe le xakî êran bûn û em fîkireyan bo îdarey îlî û ’eşîretîy xoyan fîkirêkî zor berz buwe.

qadir beg ewladî nebuwe, be bê ewlad mirduwe.

siłêman beg dû kuřî buwe yekêkyan nawî qadir beg buwe, awnawî mamey xoy û yekêkyan nawî keyxusrew beg buwe.