dek řeqîb tûşî bełayê bî necatit qet nebê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  554 Dîtin
dek řeqîb tûşî bełayê bî, necatit qet nebê
manî’î wesłî ḧeyatim toy, ḧeyatit qet nebê
wek le min têk çû ḧuzûrî diłberim, řebbî xuda!
ẍeyrî dest û darî kwêrî, toş cimanit qet nebê
ey mufettîn hênde bedgo bûy nîşatit kirdime ẍem
ta beser zîndû bî řebbî toş nîşatit qet nebê
çawekanit her dû kwêr bin destew’ejno danîşî
zîndegît zehrî helahîl bê mematit qet nebê
sînepałû bidgirê ’îllet be serdîy cêgeket
parçe boryayê řizîw ferşî bîsatit qet nebê
ey řeqîb bîmare dił tîkirar du’ay ewweł deka
dek e zincîrê kewî řebbî necatit qet nebê