îşarey ẍemze řenge qesdî ser bê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  523 Dîtin
îşarey ẍemze řenge qesdî ser bê
ke bo ser bê desa ba zûdter bê
serim ger serserî şoret qubûł ka
hemû mayem seraser derdîser bê
ḧesarî sîne ba labem le řêda
mebada bo diłim tîrit xeter bê
guşadîy diłme her ca ger le tîrit
le sînem bo henasem řê guzer bê
le xoşîda kesê duşminme gahê
be řûy minda le řûy tîẍit super bê
wîda’î dił deka canim le çawit
ke wextê tîrebaranî nezer bê
çi menna’ê fîraqî xiste ber min
ewîş wek min xudaya derbeder bê
şefî’im bê be ’efu er qabîzî can
leřêy tîrit debê xûnim heder bê
weha piř bû lebaleb dił le ẍemha
detirsim cêy nebê meylit beder bê
eger gahê tełeb ka ’aşiqî zar
be pê na řenge salimNasnava edebî her be ser bê