tîrweş dey meh guzeşt û ’ehdî nîsan hatewe

bo hatnewey ’ebdułła paşay baban le qustentenînewe bo ’êraq
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 5 Xulek  729 Dîtin
tîrweş dey meh guzeşt û ’ehdî nîsan hatewe
bulbulî bê dił ledewrî guł be efẍan hatewe
sextigîrî kird eger serma wekû efrasyabNava taybet
badî newrozî be mîslî pûrî destan hatewe
leşkirî guł cumle xendanin dełên: serma şika
ta suleymanNava taybety seba bo dêwî zistan hatewe
baẍe pejmurdey xezan û xuřřemî ewqatî ḧût
mahî newrozî be ’eksî mahî aban hatewe
bay şemał hênaye cunbuş qametî serwî sehî
bo xyabanî çemen qumrî be nałan hatewe
sare diłdadey şikofey şaxsarî terfî baẍ
bêxud û řeqqas û sermest û ẍezelxiwan hatewe
bo şikofey tîfliwarî yek şebey şaxî dirext
řeḧmetî îzed legeł her qetre baran hatewe
řûbeřûy tîflî nebatatî çemen muştaqwar
dayeyî ebrî beharîy eşkiřêzan hatewe
dengî sed řengî kułing û qaz û sone û borçîn
sazweş her sû le gwêy sebze û şetawan hatewe
seyrî gułşen ken le çîhrey guł şewî urdîbîhîşt
her teref bo meclîsî bulbul çiraẍan hatewe
sebze wek mexmeł le her ca ferşe bo seḧnî çemen
mewsîmî ’eyş û tereb bo meyperistan hatewe
bo demaẍim ’ehdî guł efsurdegîy serdî nema
ta le gułşenda be serma boyî řeyḧan hatewe
pêy witim dwêşew le kuncî mîḧneta wazîḧ sirûş:
wa çiraẍî dûdmanî ehlî babanNava taybet hatewe
çîhreyî meqsed huweyda bû le her ca subiḧ war
mujde ey ye’qûbNava taybety dił yûsifNava taybet be ken’an hatewe
aşkara her teref hudhud le perwaza dełê:
řûbeřûy mułkî seba textî suleyman hatewe
berqiweş bo mułkî mewrûsî le qustentînewe
ḧakmî menfî be emrî sedir û sułtan hatewe
asefî sanî murexxes bû be emrî padşah
bo nîzamî mułkî beynî řom û êran hatewe
min witim: çon bu le aẍdingizNava taybet necatî dił witî:
şahî keyxesrew be ceyḧûna be êran hatewe
fîtnexêze řahî qustentîn be mîslî heftixiwan
em be her xwanê wekû řûbînten asan hatewe
nokeranî bê řemeq kird xîssetî teb’î munîb
bo tenî murdey xelayq yek be yek can hatewe
şehd û tełxe lutif û qehrî bo qerarî nêk û bed
şahî neḧlasa be yadî noş û nêşan hatewe
xoş numa şemşêrî ew bû wek hîlalî şamî ’îd
mahî new derkewt û ’îdî řozedaran hatewe
bo qîsasî musteḧeq û qebiz û bestî mudde’î
şêrî merdî gurdî pîlefgen be meydan hatewe
xoşe emca bo teředdud bazyanNava taybet û şehrezûrNava taybet
’adîlî nadiriřewş bo canî duzdan hatewe
bên behem ba dengî giryey mulḧîd û xendey murîd
bo nemanî kufir û zułmet bedrî îman hatewe
şebnişînanî xefet ba zeřře’asa bêne řeqis
wa le burcî dewłeta xurşîdî řexşan hatewe
çunke dîhqan noker û beg çerçîye û aẍa beqał
bo nîzamî noker û beqqał û dîhqan hatewe
biçne ser sen’atî eweł kefşidoz û pîneçî
ḧakmî merkezşinasîy ehlî dîwan hatewe
dîm le babana ře’îyet załim û noker feqîr
mun’ekîs bû qezye wa babî feqîran hatewe
şeqweşên amade bin bo kasbî şûranşîn
piştî leşkir sedrî meclîs mîrî mîran hatewe
girye ka dengî derdê ba kerîm aẍay nenêNava taybet
ḧakmî me’zûlkerdey ew beşadan hatewe
tepłî bidřênê ’elem win ka cenabî kak emîn
qabîlî beydaẍ witepił û leşkir û san hatewe
xoy be pet emca bitasênê mudîrî pet le mil
saḧîbî çetir û lîwa û tewq û ferman hatewe
xirsixû kehyaNava taybetyî mazî bû le deştî şehrezûrNava taybet
pêy biłên: xoy řagrê wa şêrî ẍeřřan hatewe
çunke şêwey zaẍî bû serkarî kehyaNava taybet muddetê
bo şikarî ew leserda bazî teřlan hatewe
sengerî ’ehdî ’ezîz begNava taybet kełkî kehyaNava taybet nagrê
saḧîbî şemşêr û dîr’ û xûd û xeftan hatewe
řenge emca bête gařanNava taybet serḧedî mułkî sineNava taybet
řimweşênî me’rekey deştî merîwanNava taybet hatewe
keřiř û feřiř ba kem bika walîNava taybet be fewcî çêş kero
puştibendî leşkirî wendatNava taybet û cafanNava taybet hatewe
tayrî dewłet biḧmidalilhErebî be emrî şehrezûr
muste’îd û xuřřem û yazan û tazan hatewe
kewte naw keffey kerem dûbare xercî şehrezûr
talî’î muflîs û derwêş bû ke qa’an hatewe
min be şek demut: necatî key debê paşa le řom?
dił witî salim: yeqînit bê be qur’an hatewe
ehlî danş ḧatemî bexşişHisaba Ebcedê: ḧatim bixşiş = 1270 be ebced ken ḧîsab
ba nełên: kanî kerem key bû be babanNava taybet hatewe