ta řeqîb ḧazre gahî ḧezere nek ḧezere

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  575 Dîtin
ta řeqîb ḧazre, gahî ḧizirErebîe nek ḧizirErebîe
ew sege ta le kemîn bê, ḧizirErebîyişim sefere
ger lebin sayeyî tûba be sefa mawa kem
bête dił yadî bedîy ew sege cêgem seqere
bałşî cêgem yeger qaqum û qû bê hemû şew
dûr le bałat le bedenma wekû xar û ḧecere
çîn be çîn kewtote ser yek le diła ’uqdeyî ẍem
bê be maçî demeket lade sa em kesere
ax lepaş em hemû hîcrane be kwêrîy řeqîb
demdî destim le qedit çespe be mîslî kemere
be qisey xoş nîyetî waye qisem pê derxa
sed desî tûlekî dam kirduwe, ḧîzbabe kere!